Derbarê parlamentera HDPê Semra Guzel de dosye bo Wezareta Dadê hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarî ya Enqerê dosyeya derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de ku bi hinceta wêneyê wê yên ligel gerîlayê PKKê hatine dîtin bo Wezareta Dadê şand.

Li gor agahiyan di bombebarana 29ê Nîsana 2017an a li gundê Axçali yê Semsûrê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.

Li gorî medya Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrî ve hat kirin de, di telefona desta ya Volkan Bora de gihîştine wêneyan ku hinek ji wan jî bi Semra Guzel re kişandiye.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi hinceta van wêneyan derbarê parlamentera DPê ya Amedê Semra Guzel de dosye amade kir û bo Wezareta Dadê şand.

Parlamentera HDPê piştî wêneyên ligel gerîlayê PKKê hatin belav kirin daxuyaniyek da û dibêje: “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015’an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora. Dema ez çûm herêma navborî ji aliyê du jinan ve hatin pêşwazîkirin. Ji ber şert û mercên ewlekariyê ji min re hat gotin ku divê ez cilûbergên wan lixwe bikim. Piştî ku ez demek sekinîm, ez hîn bûm ku ew li wê derê ye û me hev dît. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, wêneyên wê hevdîtnê ne.”

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de li Amedê wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.