Li Enqerê nîjadperestên Tirk êrîşî xwendekarên Kurd kirin

10-01-2022
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Enqerê Xwendekarên Kurd Nijadperestên Tirk Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Enqerê grûpeke nîjadperestên Tirk ku ji 30 kesan pêk dihatin, êrîşî 3 xwendekarên Kurd kirin.

Li Zanîngeha Enqerê li ber deriyê Beşa Hiqûqê grûpeke nîjadperestên Tirk ku 30 kesan pêk dihatin rê li ber 3 xwendekarên Kurd girtin û bi kêran êrîşî wan kirin. Di êrîşê de xwendekarê Kurd ê bi navê K.Y. ji lingê xwe birîndar bû û herdu xwendekarên din jî bi sivikî birîndar bûn. K.Y. bo nexweşxaneyê hat veguhestin û dermankirin.

Polîsan grûpa nîjadperest a Tirk û herdu xwendekarên Kurd ên bi navê D.U. û M.U. ku herdu birayê hev in bo Qereqola Polîsan a Birol Ozteki ya Cebeciyê birin, lê kesek desteser nekirin. Hat zanîn ku di nav grûpa nîjadperest de kesê bi navê Îsa Kok jî heye ku pêştir jî çend caran êrîşî xwendekarên Kurd kiribû.

Li gor medya Tirkiyê, yek ji xwendekarên Kurd bi navê D.U. got: “Piştî êrîşa li zanîngehê, li ber deriyê qereqolê jî êrîşî me kirin. Xwendekarên Kurd, derbarê Îsa Kok û hevalên wî de gilî tomar kirin.

Herwiha parêzerê M.U. û D.U. Dogay Abak jî dibêje: “Ji ber Kurdbûna wan êrîşî wan kirine. Êrîşkaran dizanibûn ew Kurd in û li ber qereqolê jî dubare êrîşî wan kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst