Çavuşoglu: Operasyona li rojhilatê Firatê bi vekişîna Amerîkayê ve nîne

10-01-2019
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Tirkiye Operasyon Rojavayê Kurdistanê YPG Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku eger nexşe-rêya Minbicê bi awayekî serkeftî bihata cîbicîhkirin û li rojhilatê Firatê jî dest bi cîbicîhkirina wê bikirana, tiştên niha diqewimin çênedibûn. Çavuşoglu herwiha got: “Operasyona me ya dijî YPG/PKKyê girêdayî vekişîna Amerîkayê nîne."

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku piştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got dê li rojhilatê Firatê operasyonê bikin Amerîkayê biryara vekişînê da û got: "Hem hun dê biryara vekişînê bidin û hem jî bo venekişin hun dê Tirkiyê tohmetbar bikin. Yên li meydanê hewl didin dijminatiya Tirkiyê zêde bikin."


Mevlut Çavuşoglu da zanîn ku di vê pêvajoyê de aliyên ewlekariyê yên Amerîkayê dixwazin “Serok” ji biryara wî poşman bikin û got: "Ji bo vê yekê jî dibêjin bila Tirk, Kurdan nekujin, ev uslubekî gelekî şaş e, me ji muxatabên xwe re got ku em ji vî uslubî nerazî ne."


Li gor Çavuşoglu, dema bibêjî Kurdên Sûriyê nayê wateya YPG/PKK û bibêjî Kurdên li Tirkiyê jî nayê wateya YPG/PKKê û dibêje: "Ji hemû kesî zêdetir divabû Pompeo vê yekê baş bizane. Me mafên Kurdên li Sûriyê jî parast. Rêxistineke terorê heye û ev bo me gef e. Amerîka piştgiriya wan dike. Serkirdeyek dema soz da divê li pey soza xwe be."


Çavuşoglu dibêje ti peywendiya operasyona wan a dijî YPG/PKKê bi vekişîna hêzên Amerîkayê ve nîne û got: "Li meydanê hinek kar li ser venekişînê dikin. Ya girîng soza Trump e û koordînasyonê destpê kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst