Derbarê Leyla Zana de biryara dawîn tê dayîn

10-01-2018
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana HDP Agirî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Biryare îro piştî nîvro li parlamentoya Tirkiyê deng li ser wergirtina baweriyê ji parlementera HDPê Leyla Zana were dayîn.

 

Di civîna giştî ya parlamentoya Tirkiyê de li ser rapora Komisyona Têkel a ji endamên komisyonên Qanûna Bingehîn û Edaletê pêk tê axivîn. Rapor li ser Leyla Zanaya Parlementera Agiriyê ya HDPê ya ku li gor qanûna bingehîn sond nexwaribû û 212 rûniştin e tevlî Lijneya Meclisê nabe hatiye amadekirin.

 

Di civîna duh a sêşemê (09.01.2018) ya parlamentoya Tirkiyê de raporta herdû komîsyonên dadperwerî û destûra Tirkiyê ya derbarê standina baweriyê ji Leyla Zana hate gotûbêjkirin ku têde amaje bi dewamnekirina wê hatibû kirin.

 

Di civînê de li şûna Leyla Zana, Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş bergirî li wê kir û piştî bergirîkirinê, bi 24 demjmêran eger raport were pesendkirin, dê bawerî ji Leyla Zana were standin.

 

Di raportê de hatiye, ku Leyla Zana di 212 rûniştinên parlamentoya Tirkiyê de ji dema 1ê cotmeha 2016 heta 30 yê nîsana 2017 amade nebûye.

 

Eger di civîna îro de bawerî ji Leyla Zana were standin, dê kursiyeke din ji HDPê li parlamentoya Tirkiyê kêm dibe.

 

Di hilbijartinên giştî yên Mijdara sala 2015an de, HDPê 59 kursiyên parlamentoya Tirkiyê bidest xistin û bi wergirtina baweriyê ji Leyla Zana, hejmara parlamenterên HDPê ku di dema 2 salên derbasbûyî de bawerî ji wan têne standin, digihêje 6 parlementeran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst