Hakan Fîdan: Em rê nadin ku PKK vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne

09-12-2024
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser rewşa Sûriyeyê axivî û got, “Em rê nadin ku PKK û DAIŞ vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Konferansa 17mîn a Balyozên Tirkiyey behsa pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û helwesta welatê xwe kir.

Hakan Fîdan da zanîn ku divê aktorên bi bandor ên navneteweyî û Netewên Yekbûyî jî destê alîkariyê dirêjî Sûriyeyê bikin ku li wir hikûmeteke giştgîr were avakirin.

Hakan Fîdan bal kişand ser parastina yekpariya axa Sûriyyê û da zanîn ku ew dê hemû asankariyan ji bo wan Sûriyeyîyên ku dixwazin vegerin welatê xwe bikin.

Hakan Fîdan wiha got:

“Ew pêşhatên ku doh li Sûriyeyê çêbûn, ji bo me bûne çiray hêviyê. Bendewariya me ji aktorên bi bandor ên navnetewyî ku Netewên Yekbûyî jî di nav de ew e ku destê alîkariyê dirêjî Sûriyê bikin û ji bo damezrandina hikûmeteke giştgîr hevkariyê bikin.

Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve me gotiye û em dîsa jî dibêjin ku aştiya daîmî û aramiya berdewam, tenê bi lihevkirina niştimanî dibe.

Lê tevî wan hewlên me û derfetên ku me dane wan, rejîma Sûriyeyê li gel xelkê xwe aşt nebû.

Bi taybet jî bersivnedana rejîmê ya bangewaziyên berdewam ên Serokkomarê me û hişyariyên li ser zêdebûna aloziyên li wî welatî, ev rastî derxist holê.

“Serdemeke nû dest pê kir”

Bi bûyerên Sûriyeyê re serdemeke nû destpê kir. Êdî divê em berê xwe bidin asoyeke dûrtir.

Em dixwazin desthilateke giştgîr bibînin ku tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda himbêz bike.

Sûriyeyek hebe ku pêwendiyên xwe li gel cîranên xwe baş bin û bibe çavkaniya aştî û aramiya herêmê.

Ji ber vê yekê jî em amade ne ku bi temamî piştevaniyê lê bikin.

Ji bo vê armancê jî em li gel aktorên bi bandor ên navdewletî di peywendiyê de ne.

Ji îro şûnde jî Tirkiye dê ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekgirtîbûna siyasî û aramiyê berpirsyartiyên xwe bidomîne.

Ji bo vegerîna bi dilxwazî ya Sûriyan dê hemû hêsankarî bêne kirin û her wiha dê ji bo avadankirina Sûriyeyê jî kar bê kirin.

“Tirkiye dê di qonaxa nû de li gel Şamê be”

Di rojên herî zehmet de Tirkiyeyê destê alîkariyê dirêjî Sûriyan kiriye û tenê nehiştine û di qonaxa nû de jî dê li gel Şamê be.

Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Sûriyê jî vê derfeta zêrîn baş bikar bîne.

“Em dê rêgiriyê li PKKyê bikin”

Em rêgiriyê li PKK û DAIŞê jî dikin ku vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar neyînin û Sûriyeyê nekin hêlîna terorê.

Tirkiye bi cidiyeteke gelek mezin tedbîran werdigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst