Tirkiyeyê ji malbatên qurbaniyên şewata Soranê re sersaxî xwest

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Şewata Soranê Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo malbatên kesên ku di şewata şevîmaneke xwendekarên zanîngehê ya li Soranê de canê xwe ji dest da sersaxî xwest.

Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, doh êvarê agir bi şevîmanekê ku xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Soranê lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê şewata li navçeya Soranê ya Hewlêrê peyameke nivîskî belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan bi xemgînî bihîstiye ku di şewatê de 14 kesan canê xwe ji dest daye û birîndar hene û got:

“Rehma Xwedê li kesên ku di şewatê de canê xwe ji dest daye be.

Em sersaxiyê ji malbatên wan û gelê Îraqê re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst