Li Kocaeliyê agir bi depoyeke lojîstîkê ket

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kocaeli Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê agir bi depoyeke lojîstîkê ket.

Ji ber berhemên kîmyewî yên di depoyê de vemirandina agir zehmet bûye û tîmên hewl didin kontrol bikin.

Ji ber sedemeke nediyar li taxa Barişê ya Gebzeyê agir bi depoyeke lojîstîkê ket.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên Parastina Sivîlan, tenduristiyê, AFAD û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman dest bi karûbarên vemirandina agir kirin lê heta niha agir nehatiye kontrolkirin.

Qeymeqamê Gebzeyê Mehmet Ali Ozyigit li ser bûyerê ji medyayê re axivî û got:

“Cihê depo lê ye 21 hezar metre çargoşe ye. Ji destpêkê ve hemû saziyên dewleta me bi taybetî AFAD û Parastina Sivîlan tedbîrên pêwîst wergirtine.”

Ozyigit da zanîn ku mirî û birîndar nînin û got:

“Di hundir de kesekî ku dixebite nîne. Li depoyê 2 nobedar hebûn ew jî derketine derve.”

Serokê Şaredariyê Zinnur Buyukgozê jî ragihand ku bi 47 wesayît û 130 personelan midaxelayî agir tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst