Bodrum: Karkerê Wanî yê ku elektrîkê pê girt canê xwe ji dest da

09-12-2022
RÛDAW
Nîşan Karkerên Kurd Bodrum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hostayê kevir Taylan Pay ê 26 salî ku li navçeya Bodrum a Muglayê ya Tirkiyê li înşeatê dixebitî, elektrîkê pê girt û di encamê de canê xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku Taylan Pay dê li Wanê bê veşartin.

Li gorî nûçeya DHAyê Taylan Pay ê ku li Taxa Turgutreîsê di înşaetekê de karê hostatiya kevir dikir, di derdora demjimêr 09.30an de dema ku îskeleya înşaetê ji hev dixist, hesinê îskeleyê bi têla elektrîkê ket, di encama pêgirtina elektrîkê de canê xwe ji dest da.

Taylan Pay ê ku piştî elektrîkê pê girt ji bilindiyê kete xwarê, bi giranî birîndar bû.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneyeke taybet. Tevî hemû mudaxeleyên li wir jî nehat rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Taylan Pay bi firokeyê bişînin Stenbolê û ji wir jî bişînin bajarê wî Wanê û li wir were veşartin.

Li aliyê din hat destnîşankirin ku Taylan Pay di mehên derbasbûyî de nîşan bibû û amadekariya daweta xwe dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst