Parlamenterê MHPê gefa torbeyên zer li parlamenterên HDPê xwar

09-12-2022
Ferdî Sak
Parlamenterê MHPê gefa torbeyên zer li parlamenterên HDPê xwar
Parlamenterê MHPê gefa torbeyên zer li parlamenterên HDPê xwar
Nîşan Omer Ocalan HDP MHP Torbeyên Zer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan di civîna parlamentoya Tirkiyê de, gotinên strana Kurdî ya bi navê “Bingol Şewitî” xwendin. Gotinên wê strana ku Serokkomarê Tirkiyê û Îbrahîm Tatlises 3ê vê mehê bi hev re li Rihayê xwedibûn. Omer Ocalan got ku ev stran piştî canjidestana endamekî PKKê li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê weke zêmar hatiye gotin û got partiyên siyasî bêyî ku naveroka wê bizanin ji bo xwe bikartînin. Li ser vê yekê Serokê Fraksiyona MHPê gefa torbeyên zer li parlamenterên HDPê xwar.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan dibêje “Hevalno kesên ji Bîngolê dizanin ku ev zêmareke. Li ser Zekî Yildiz hatiye nivîsîn. Ligel Mehmet Hayrî Durmuş heman dibistan xwendiye û ji heman gundî ne. nave wî gundî Kumik e. Ez ji bo hûn bizanin çidikin ji we re dibêjim. Ev kesekî PKKyî ye. Ev zêmareke li pey PKKyiyekê hatiye nivîsîn.”

Dema ku parlamenterê HDPê gotinên stranê bi kurdî digotin, Wekîlê Serokê Firaksiyona MHPê Muhammed Levent Bulbul got “Em fêm nakin.” Omer Ocalan got “li înternetê li wateya wê binêrê û hûn dê fêrî bihîstina zimanê Kurdî li Parlamentoyê bibin.” Lê Bulbul li ser vê gotinê gefa torbeyên zer li parlamenterên HDPê xwar ku dema endamên PKKê di operasyonan de cane xwe ji dest didin, termê wan dixin wan torbeyan.

Bulbul got “Kesên ku dixwazin bi zorê bikin ava meydan. Kî dixwaze çi û bi çi awayî bike, em li vir in. Kesên ku hewl didin bi zorê bikin, di torbeyên zer de ne diyar e li kuderê hatine veşartin. Heman dawî li benda her kesî ye.”

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê  Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê Medyaya civakî derbarê vê gefa Wekîla Serokê Firaksiyana MHPê daye û dibêje:

“Em qebûl nakin ku Wekîlê Serokê Firaksiyona Partiyekê berê xwe li parlamenterên me bike û gefa torbeyên zer bixwe. Ên ku bi torbeyên zer gefan li me bixwin hîn diya xwe nebûne.”

Ev nîqaşên ku careke din li parlamentoya Tirkiyê li ser zimanê Kurdî destpêkirine di demekê de ne Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyê roja Sêşemê jî rê bi parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier nedabû ku bi Kurdî biaxive û axaftina wî qûtkiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst