ÎHD: Di 11 mehan de 915 kes hatin îşkencekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komaleya Mafên Mirov a Tirkiyê (ÎHD) Ozturk Turkdogan rapora xwe ya binpêkariyên li dijî mafên mirov ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav kir û ragihand, di  11 mehên îsal de 915 kesan ji ber îşkence û tevgera xirab a li dijî wan  gilî tomar kirine.

Hevserokê ÎHDê Ozturk Turkdogan di civîneke çapemeniyê de ragihand ku beşeke zêde ya wan binpêkariyên li dijî mafên mirov, ji aliyê hêzên emnî ve hatine kirin û tundûtijiya hêzên emnî bi siyaset û polîkayên dewletê ve girê da û got: “Di 11 mehan de 9 kes bi îdiaya ku guh nedane hişyariya leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane. Di encama lêdana wesayitên polîs, leşker û saziyên fermî de, 4 jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest dane û 6 jê zarok 15 kes jî birîndar bûne. ji ber mîn û teqemeniyên  nehatine jinavbirin,  2 jê zarok 4 kesan canên xwe ji dest dane û 1 jê zarok 5 kes jî birîndarbûne.”

Li gor amarên Komaleya Mafên Mirov li Tirkiyê di girtîgehan de ji ber sedemên nexweşî, xwekuştin û xemsariyê herî kêm 22 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha Ji ber êrîşên nijadperestî û kîndariyê jî 9 kesan canê xwe ji dest dane û 10 jê koçber 29 kes jî birîndar bûne.

Turkdogan dibêje: “Di encama tûndûtîjiya mêran de di 11 mehên îsal de herî kêm 290 jin hatine kuştin. Li Tirkiyê di 10 mehên destpêkê ên 2021ê de herî kêm hezar û 853 karkeran di encama qezayên kar an kuştinên kar de canê xwe ji dest dane.”  

Ozturk Turkdogan amaje bi operasyonên artêşa Tirkiyê ên îsal bo ser Herêma Kurdistanê, Sûriye û Lîbyayê jî kir û got: “Di encama wan operasyonan de li Herêma Kurdistanê, Lîbya û Sûriyê 213 kes hatine kuştin. Tenê li Herêma Kurdistanê 49 leşker û 1 gundparêz û 4 sivîl hatin kuştin.  Her di vê operasyonê de 177 milîtan hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne. Bi awayekî metirsîdar firokeyên bê pîlot metirsiyê li ser jiyana xelkê sivîl dikin.”

Derbarê rewşa zîndanên Tirkiyê jî hevserokê komaleya mafê mirov ragihand tecrîda li girtîgeha Îmralî berdewam e û derbarê jiyan û tendirûstiya girtiyan zanyarî bi malbatên girtiyan re nayên parvekirin.

Hevserokê Komaleya Mafên Mirov got jî: “Di 11 mehan de ji ber rewşa xirab a tendirustî, xemsarî û tevgera xirab 22 girtiyan canê xwe ji dest dane, 4 ji wan xwe kuştine. Herwiha 915 kesan giliya îşkence û tevgera xirab tomarkirine û 450 ji wan di dema destserkirinê de rasterast hatine îşkencekirin.”

Di rapora ÎHDê de hatiye ku di encama  rûbrûbûnên xwepêşanderan de 3 hezar û 671 kes hatine îşkencekirin, ku 28 kes ji wan zarok in û 45 kes jî birîndarbûne. Herwiha li Tirkiyê rê bo 291 xwepêşandanan jî nehatiye dayîn.