Nagehan Alçi: Ataturk serkirdeyekî mezin e lê li Dêrsimê komkujî hat kirin

09-12-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Ataturk Bakurê Kurdistanê Dêrsim Komkujiya Dêrsimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevana Tirk, Nagehan Alçi ragihand ku bûyerên di salên 1937 û 1938an de li Dêrsimê çêbûn bi “jan” in û ‎got: “Ataturk serkirdeyekî gelekî girîng e lê di salên 37-38an de li Dêrsimê komkujî hatiye kirin.‎”

Kanala ARD a Almanî ku televîzona dewletê ye, belgefîlmek bi navê “Komkujiya Hatiye Jibîrkirin – Kemal Ataturk Elewî Çawa ‎Kuştin?” belav kir.

Di belgefîlmê de qala wê yekê tê kirin bê Komara Tirkiyê ligel ‎Almanyaya Nazî û Kemal Ataturk ligel Hitler çawa bi hev re kar kirine.

Di belgefîlmê de tê gotin ku ‎hikûmeta Tirkiyê, ji Almanyaya Hitler 20 ton gaza bi jehr kiriye û sala 1937an bi fermana Ataturk ew gaza ‎kîmyayî di komkujiya Dêrsimê de hatiye bikaranîn.‎

Rojnamevana Tirk, Nagehan Alçi jî di bernameyeke televîzyonî de ev belgefîlm nirxand.

Nagehan Alçi bal kişande ‎ser wê yekê ku di belgefîlmê de tê gotin, di sala 1937an de Mustafa Kemal û bi îmzeya serokwezîrê wê ‎demê yê Tirkiyê, Enqerê ji rêveberiya Hitler 20 ton gaz kiriye û got: “Ev belge berê di rojnameya Dêrsimê ‎de hatibû belavkirin.”‎

Alçi got: “Bûyerên 1937-1938an bûyerên gelekî bi jan in. Ataturk, serkirdeyekî gelekî girîng e lê di salên ‎‎37-38an de li Dêrsimê komkujî hatiye kirin.”‎

Dêrsim yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku niştecihên wê Kurd in, û piraniya wan jî bi zaravê Zazakî diaxivin û wek bîr û bawerî jî piraniya wan Elewî ne.

Di salên 30î yên sedsala bîstan de, li Dêrsimê hejmarek şoreşên Kurdî çê bûbûn ku yek ji wan şoreşek bi serkirdatiya Seyid Riza bû, lê hikûmeta Tirkiyê hemû ew şoreş bi tundî tepeser kirin û Seydi Riza û hejmarek kesên din ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin bidarvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst