Hevserokên HDPê serdana Devlet Bahçelî kirin

09-12-2019
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Sezaî Temellî Pervîn Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê li parlamentoya Tirkiyê serdana Serokê MHPê Devlet Bahçelî kirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, li parlamentoya Tirkiyê di dema birêveçûna gotûbêjên derbarê budceya 2020an a wî welatî de, serdana Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî kirin.

Hevserokên HDPê di wê serdana xwe de çend deqeyan li ser lingan sohbet li gel Dewlet Bahçelî kir û hêviyên xwe yên bo ‘selametî û çakbûnê’ pêşkêşî serokê MHPê kirin.

Piştî Hevserokên HDPê, berpirs û parlamenterên partiyên din jî serdana serokê MHPê kirin.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku bi dijberî û rexneyên xwe yên tund li hemberî Kurd û Kurdistanê tê naskirin, ev heyamek rewşa wî ya tendursitiyê têk çûye û piştî demekê bo cara yekem li rûniştina parlamentoya wî welatî amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst