HDP amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmî didomîne

09-12-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HDP Hilbijartinên Herêmî Amadekarî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Ji bo hilbijartinên heremî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê amadekariyên HDPê berdewam in. Herî dawî komiteya navendî ya vê partiyê biryar da ku dema serlêdanê ji bo kesên ku dixwazin bibin kandîd heta 12ê vê mehê dirêj bike. Li aliyê din biryar e ku heftiya pêşiya roja 13ê mehê her du hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli li Bakurê Kurdistanê dest bi seredana bajar û navçeyan bikin.  HDP di gel serê sala nû jî bi temamî derdikeve qadan.

 

Li Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) beriya ragihandina navê kandîdên  li ser mijara rêbaza destnîşankirina kandîdan  dawî civîna komiteya navendî hate encam dan. Komîteya Navendî ya HDPê biryar da ku heta 12ê mehê proseya serlêdanan were dirêjkirin û xebateke berfireh jî were meşandin.

 

Alîkarê Serokê Fraksiyona HDPê Ayhan Bilgen ji Rûdawê re ragihand: “Em weke komisyon û berpirsên HDP me berê jî di bernameya xwe de gotiye ku gelê me kî bixwaze em dê girîngiyê  bi vê daxwaza gel bidin. Komiteya me jî îradeya xwe wisa eşkere kir. em dê hewil bidin ku him li gorî rêkeberiya nav partiyê him jî li gorî daxwaza gel kandîdên herî bi hêz derbixin.”

 

Li gorî agahiyên gihiştina Rûdawê Komîteya Navendî ya HDPê di mijara tifaqan de dilgiriniya xwe li hember aliyên din ên oposizyonê jî diyar kiriye ku HDP dibêje em amade nîn in fedakariyên yekalî bikin. Alîkara Hevserokê HDPê jî di proseya destnîşankirina kandîdan de behsa giringîpêdana biryara gel û rêveberiyên xwecihî dike.

 

Alîkara Hevserokê HDPê Yurdusev Ozsokmenler diyar kir: “Ji bo me xala girîng demokrasiya heremî ye. Di bernameya  me de jî wisa ye. Em giringîyê bi rêveberiyên xwecihî didin, di proseya destnîşankirina kandîdan de jî, em dê girêdayî pîvanên xwe bin. Beriya niha jî li 40 bajaran, li nêzîkî 500 heta 600 navçeyan me danûstandin bi nêzîkî 5 hezar endam û nûnerên civaka sivîl û keseyatên olî û rûsipî û pêşengên civakê re kiriye.”

 

Li gorî agahiyên HDPê di serî de şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di bin destê qeyûman de bi giştî dixwaze 150 şaredariyan bi dest bixe û di rêveberiyên herêmî de hêza xwe zêdetir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst