Qeymeqam pereyê xwarina xwe neda, lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Qeymeqamê navçeya Yusufeliyê yê Artvînê Hacî Kerîm Meral, li xwaringehekê pereyê xwarina xwe neda.

Dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Li ser belavbûna bûyerê, Wezareta Karên Navxwe yê Tirkiyeyê derbarê Hacî Kerîm Meral lêpirsîn da destpêkirin.

“Min dê pere paşê bida”

Hacî Kerîm Meral îdia kir ku komplo li wî hatiye kirin û got. “Min dê bi rêya pasavanên xwe re pereyê xwaringehê paşê bişanda.”

Derbarê mijarê xwediyê xwaringehê Ferhat Kodat jî got, “Ev demeke em hatine navçeya xwe. Jixwe em di demên zehmet re derbas dibin. Em ji nêzîkatiya qeymeqamê xwe xemgîn bûn.

Pere ne lazim e, bila canê wî sax be lê li ber çavên mişteriyan, bi ser me de hat. Ez û hevalên min ji ber vê yekê aciz bûn.

Cara yekem e ku tê kargeha me. Em çawa xizmetê ji mişteriyên xwe re dikin, bi heman rengî me ji qeymeqamê xwe re jî kir.

Paşê qeymeqam hat ber kaseyê û got ‘min xwarin û şirînayiya we ne eciband, ji ber wê ez pere nadim.’ Li ser gotinên wî me got canê te sax be û me qolanya dirêjî wî kir. Ew jî çû.”