Biryara derbarê Can Atalay bû sedema bertekên tund

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Dadgeha Bilind a derbarê Parlamenterê TÎPê Can Atalay ê girtî de di nav siyaseta Tirkiyeyê de karvedanên tund li pêy xwe anîn.

Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem car biryareke Dadgeha Destûrê ji aliyê dadgehekê ve hat redkirin û derbarê endamên Dadgeha Destûrê de gilî hat tomarkirin.

Di serî de Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) aliyên siyasî rexneyên tund li Dadgeha Bilind girtin.

“Eger li vî welatî destûrek hebe divê Can Atalay bê berdan”

Serokê TÎPê Erkan Baş got, “Nûnerê gelê Hatayê û endamê Parlamentoya Tirkiyeyê û dostê me yê hêja Can Atalay heta niha dîl hatiye girtin.

Eger li vî welatî destûrek hebe û biryarên Dadgeha Destûrê hebin divê Can Atalay demildest bê berdan.”

Serokê nû yê CHPyê Ozgur Ozel jî piştî biryara dadgehê bi awayekî bilez bangî koma partiya xwe ya parlamentoyê kir.

“Ev biryar rasterast hewldana derbeyê ye”

Ozgur Ozel wiha bertek da, “Ev biryar rasterast hewldana derbeyê ye.

Ev biryar dibe sedema mexdûrkirina Can Atalay. Lê armanca biryarê tenê ne Can Atalay e.

Bi mînaka biryara Can Atalay Destûrê nas nakin, li dijî Destûrê radiwestin û rasterast hewla derbeyê didin.”

“Nikarin ji hevdû re bibin asteng”

Alîkarê Serokê AK Partiyê Hayati Yazici jî rexne li biryara dadgehê girt û nivîsiye:

“Bûyerên wisa diqewimin ku ji bo analîza wan mirov biaxive an neaxive dibe pirsgirêk.

Bûyereke wiha qewimî ku divê qet nebûya. Heyf, pir heyf e.

Saziyên ku dewletê pêk tînin pirsgirêkan çareser dikin. Qet nabin sedema pirsgirêkan. Nikarin ji hevdû re bibin asteng.”

Di çarçoveya Doza Geziyê de roja 25ê Nîsana 2022yan 18 sal ceza li Can Atalay hat birîn û heman rojê hat girtin.

Di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de weke Parlamenterê TÎPê yê Hatayê hat hilbijartin û tevî biryara Dadgeha Destûrê nehat berdan.

Biryara Dadgeha Bilind

3yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryar da ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalay de ya ku gotibû "mafê hilbijartinê" û "azadiya kesane û ewlehiyê" hatiye binpêkirin, divê neyên pêkanîn.

Herwiha 3yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind der barê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn ên ku derbarê Parlamenterê Hatayê yê TÎPê Can Atalay de biryara binpêkirina mafên mirovan dabû, serlêdana sûcê kir.