Çend Sûriyeyiyan li Tirkiyeyê mafê welatîbûnê wergirtiye?

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koçberên Sûriyeyê Alî Yerlîkaya Welatîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku 237 hezar 995 Sûriyeyiyan li Tirkiyeyê mafê welatîbûnê û nasname wergirtine

Alî Yerlîkaya doh li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê budceya sala 2024an a Wezareta Karên Navxwe de axivî.

Yerlîkaya di axaftina xwe de hejmara koçberên biyanî yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Yerlîkaya derbarê operasyonên li dijî qeçaxçîtiya koçberan de jî got:

“Ji 1ê Kanûna Paşîn heta 1ê Çiriya Paşîn a 2023yan li tevahiya Tirkiyeyê li dijî qaçaxçîtiya koçberan 5 hezar û 80 operasyon hatine kirin.

Di operasyonan de bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan 8 hezar û 333 kes hatin desteserkirin û ji wan 2 hezar 543 kes hatin girtin.

Di operasyonan de 205 hezar û 368 koçber hatin girtin.”

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku 237 hezar 995 Sûriyeyiyan li Tirkiyeyê mafê hemwelatîbûnê wergirtiye ku 156 hezar 987 kes ji 18 salî mezintir in.

Li Tirkiyeyê 3 milyon û 254 hezar koçberên Sûriyeyî hene

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya wiha axivî:

“Li Tirkiyeyê 3 milyon û 254 hezar û 904 koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de hene.

Milyonek û 129 hezar û 614 biyanî jî bi destûra niştecîbûnê dimînin.

259 hezar û 468 biyaniyên di bin parastina navdewletî de hene.

Bi tevahî 4 milyon û 643 hezar û 986 koçber hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst