Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînê ya Spectrum House di nav hilbijêrên Kurd de rêjeya dengên AKPê %50 kêm bûye û li parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên HDPê derketiye %74.7an.
Navenda Lêkolînê ya Spectrum House di navbera 25ê Îlonê û 10ê Cotmeha 2022ê ligel 1934 beşdarvanan ku temenê wan bi ser 18 salî de ye rapirsiyek bi navê “Meyîla Hilbijêrên Kurd” kiriye û %48,3 beşdarvanên rapirsiyê jin û %51,6 jî mêr in.
Li gor rapirsiyê rêjeya dengên AKPê bi awayekî ber bi çav daketiye û her diçe jî kêmtir dibe. Herwiha berovajî vê yekê rêjeya dengên HDPê jî li gor hilbijartina borî zêdetir bûye û hilbijêrên ku dê cara yekem dengên bikarbînin %78.7an gotine emê dengê xwe bidin HDPê.
Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bên kirin hunê dengên xwe bidin kîjan partiyê” %74.7 hilbijêrên Kurd gotine HDP û %6.6 jî gotine AKP. Herwiha hilbijêrên Kurd ên li parêzgehên Tirkiyê jî %70.3 gotine HDP û %12.8 jî gotine AK Partî.
Hilbijêrên Kurd li parêzgehên Bakurê Kurdistanê
HDP %74.7
AKP %6.6
CHP %5.9
Bê Biryar %4.8
Dengê xwe bikar naynim %4.8
Hilbijêrên Kurd li parêzgehên Tirkiyê
HDP %70.3
AKP %12.8
CHP % 7.4
Bê Biryar %3.9
Dengê xwe bikar naynim % 3.1
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse