Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da 3 sendîkayên mamosteyan bên guhdarkirin

09-11-2022
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûra Bingehîn Tirkiye Sendîka Mamoste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê derbarê serlêdana Yasaya Pîşeya Mamostatiyê de biryar da ku Wezareta Perwerdê ya Niştîmanî a Tirkiye û 3 sendîkayên mamosteyan ku herî zêde endamên wan hene bên guhdarkirin.

Şanda Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ku gotûbêjkirina daxwaza rawestandina cîbicîkirina Yasaya Pîşeya Mamostatiyê û betalkirina çend xalên wê xistibû rojeva xwe, hevtîdinên di vî warî de paş xistin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê Dadgehê serlêdana CHPê ya derbarê betalkirina çend xalên Yasaya Pîşeya Mamostatiyê de li Desteya Giştî xistiye rojeva xwe û biryar daye Wezareta Perwerdê ya Niştîmanî a Tirkiyê û 3 sendîkayên mamosteyan ku herî zêde endamên wan hene bên guhdarkirin. Herwiha piştî Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn, wezaretê û sendîkayan guhdar bike di rojekê diyar bike û daxwaza betalkirinê gotûbêj bike û biryarekê bide.

Sendîkayên perwerdeyê roja Çarşemê 9ê Mijdara 2022ê ji bo betalkirina Yasaya Pîşeya Mamostatiyê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê kom bûbûn lê ji aliyê polîsan ve hatibûn asteng kirin û gelek kes hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst