Davutoglu: Divê pêngava din a Bahçelî dijî derketina proseya girtina HDPê be

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahemt Davutoglu, derbarê gotinên serokê MHPê Devlet Bahçelî yên li ser serdana AKPê bo MHPê  Devlet Bahçelî de got: “Serdana AKPê jî û helwêsta Bahçelî jî rast e û ev yek dê sûdê bigihîne asayîbûna siyasetê.” Davutoglu herwiha daxwaz ji Bahçelî jî kir ku weke pêngava dûyem li dijî prsoeya girtina HDPê derbikeve.

2ê vê mehê AK Partiyê bi armanca guherîna destûrê li ser girêdan hîcabê û ji bo piştevaniyê, serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû ku ligel Hevpeymana xwe ya MHPê HDPê weke “baskê siyasî yê PKKê” bi nav dike. Ev serdan di nav siyaseta Tirkiyê de bûye sedema karvedana û çavê siyasiyan li helwêsta serokê MHPê Develet Bahçelî ya derbarê vê serdanê de bû. Lê Bahçelî roja Çarşemê 8ê Mijdara 2022ê ragihand ku serdana AKPê ya bo HDPê pêngaveke rast û asayî ye.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî îro 9ê Mijdara 2022ê di civîneke çapemeniyê ya li navenda partiya xwe de derbarê serdana AKPê ya bo HDPê  û hewêsta Devlet Bahçelî ya li beramber HDPê de axivî.

Davutaoglu ragihand ku serdana AKPê û helwêsta Bahçelî jî rast e û ev yek dê sûdê bigihîne asayîkirina keşûhewayê siyasî.

Davutoglu dibêje:” Birêz  Bahçeliyê ku vê serdana şanda AK Partiyê bo HDPê rast dîbîne, divê pênagava wî ya duyem li dijî derketina proseya girtina HDPê be. Ezmûna me ya di demên berê de bi eşkere nîşan daye destwerdanên ku bi girtina partiyan û siyasetmedaran yan jî qedexeya siyasî di xwezaya  siyasetê de tên kirin hertim rastî bertekên dij hatiye.”