Kurtulmuş: Berbijêrê opozisyon bêyî HDPê nikare serbikeve

09-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş ragihand ku bêyî dengên HDPê ne nemimkin e berbijêrê hevpar ê Masayê 6î di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de were hilbijartin. Kurtulmuş wiha got: “Opozisyon hem piştgiriya HDPê ji xwe re weke kewê di çeltik de dibînin û hem dixwazin bi HDPê re jî neyên dîtin.”

Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş di weşana zindî ya Haberturkê de bersiv da pirsên li ser rojevê.

Kurtulmuş, anî ziman ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû ye ku ev Maseyê 6î heta îro aniye û got, "Hewl da ku mase belav nebe. Daxuyaniyên Kiliçdaroglu yên dawî nîşan dide ku ber bi berbijêriyê ve dimeşe.”

Kurtulmuş bal kişand ku heta niha opozizyonê namzetek diyar nekiriye û wiha got: “Heft meh ji hilbijartinê re maye. Em behsa blokekê dikin ku hê jî nikariye behsa berbijêrê xwe diyar bike. Kiliçdaroglu maseyê 6î heta vê rojê aniye. Ew hewl dida ku mase belav nebe. Bêyî dengê HDPê ne mimkin e ku berbijêrê hevpar Maseyê 6î ser bikeve. Pirsgirêka li ser maseyê ne nebûna berbijêr e. Pirsgirêka sereke ew e ku nekarin li dora ramanek hevpar tevbigerin. Ne diyar e ku ew dê li ser kîjan mijaran tevbigerin. Gotinên dawî yên Kiliçdaroglû nîşan dide ku ew ber bi berbijêriyê ve dimeşe. Wisa diyar dibe ku hin kesên li ser mase vê yekê naxwazin."

“Piştgiriya HDPê weke kewê di çeltik de dibînin”

Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê herwiha diyar kir ku gotina wan a HDPê lingê heftemîn ê mase ye ne şaş e û got: “Ger maseyê 6 zêde 1 berbijêrekî hevpar derxe pêş, eger ev berbijêr ji HDPê deng negire, ne mimkin e ku serbikeve. hem piştgiriya HDPê ji xwe re weke kewê di çeltik de dibînin û hem dixwazin bi HDPê re jî neyên dîtin. Gelê HDP beşeke mase ye yan na?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst