Ligel rexneyên Elewiyan ‘Serokatiya Cemxane û Kulturî ya Elewî-Bektaşî’ hat damezrandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê di Rojnameya Fermî ya wî welatî de biryara Serokatiya Komara Tirkiyê ya derbarê damezrandina Serokatiya Cemxane û Kulturî ya Elewî-Bektaşî di bin sîwana Wezareta Kulturî de belav kir. Ev di demekê de ye ku weqfên Elewiyan nerazî ne û dibêjin, ew naxwazin Elewiyet bikeve çarçoveyeke siyasî.

Biryar vê sibê Çarşembê 9ê Mijdara 2022ê di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat belavkirin. Biryar bi awayê heft xalan hatiye belavkirin û têde amaje pê hatiye dayîn ku 53 kes wek bo karûbarên Serokatiya Cemxane û Kulturî ya Elewî-Bektaşî tên damezrandin. Bi awayekî serokek, du cîgir, 5 serokên fermangehên ser bi serokatiyê, 3 karmendên amadekirin, şopandina amar, rapor û nivîsan, 2 programsaz, 2 karmendên ravekarî, 2 xizmetguzarî, 2 wergêr, 2 derûnnas, 2 civaknas, 1 grafîst, 1 sekreter û 1 şofêr li xwe digire.

Ev biryar di demekê de beşeke girîng a Elewiyan nerazî ne û dibêjin ku ew naxwazin Elewiyan bixin çarçoveyeke siyasî.

Doh Sêşembê 8ê Mijdara 2022ê berî ku li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê gotûbêj li ser vê biryarê bê kirin, çend rêxistinên Elewiyan li ber Parlamentoya Tirkiyê xwepêşandan kirin. Bi sedan kes beşdarî xwepêşandanê bûn û derbarê proje-yasayê de nerazîbûna xwe anîn ziman û bi slogan “Divê AKP ji Xelkê Bipirse” xwepêşandana xwe berdewam kirin. Parlamenterên HDP, CHP, Partiya Karkeran a Tirkiyê jî beşdarî çalakiya Elewiyan bûn.

Elewî ku li ber Parlamentoya Tirkiyê kom bûn, pankartên “Di yasaya we de cihê Elewuyetê nabe û yasaya xwe paşde vekişînin”, “AKP destê xwe nede ol û baweriya me” û Cemxane cihê duayên me ne û Cemxane Perestgeh e” bilind kirin.

Li ser navê rêxistin û komeleyên Elewiyan, Serokê Federasyona Komeleyên Bektaşî û Elewiyan Celal Firat ragihand ku AKP siyaseta asîmîlasyonê li ser Elewiyan berdewam dike û berdewam e û got: “Di yekemîn sedsala Komara Tirkiyê de wek welatiyên yeksan hesab bo Elewiyan nehat kirin, lê dixwazin di sedsala duyam a komarê de jî heman siyasetê peyrew bikin û Elewiyan ji nav bibin.