HDP: Têgeha Kurdistan ne tawan e

09-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar derbarê akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum de axivî ku ji ber bikaranîna gotina Kurdistan hatibû girtin. Sancar got: “Bi sedemekê wiha biryara girtinê tê dayîn, lê tê zanîn ku li vî welatî têgeha Kurdistan ne tawan e.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar, îro Sêşemê 9ê Mijdara 2021ê li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de derbarê akademîsyenê Zanîngeha Firatê yê Xarpêtê Hifzullah Kutum de axivî ku ji ber peyameke xwe ya di derbarê Şoreşa Îlonê û gotina “bijî Kurdistan” ji karê xwe hatibû dûrxistin û piştre hatibû girtin.

Mithat Sancar bi bîr xist ku Hifuzullah Kutum tenê ji bo ku li ser hesabê xwe yê medya civakî “Şoreşa Îlonê” pîroz kiriye û gotina “bijî Kurdistan” bikaraniye ji karê xwe hatiye dûrxistin û hatiye girtin û got: “Bi sedemekê wiha biryara girtinê tê dayîn, lê tê zanîn ku li vî welatî têgeha Kurdistan ne tawan e. Ji bo famkirina vê yekê ne hewceye em biçin serdemên damezrandina komarê û dewletê.”

 Mithat Sancar axaftinên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ên di sala 2013an di civîna koma partiya wî de  jî bi bîr xist û tekez kir Erdogan jî gotina Kurdistan bikaraniye û wiha pê de çû: “Erdogan çi dibêje dê bibînin peyva Kurdistan di girtenamyên destpêkê yên parlamentoyê de derbas dibe. Koma AKPê bi awayekî balkêş bo vê yekê li çepikan dide. Alîgir û medya serokomarê niha ku wê demê ev yek digot ji bo vê gotinê li çepikan didan.”

 Hevserokê HDPê destnîşan kir ku dema akademîsyenek vê gotinê bikar tîne yan tê girtin yan ji karê xwe tê dûrxistin û got: “Ka we digot tunehesibandin bi dawî bûye û daraz erkê xwe dike. Em dizanin ku ev yek hemû derew in. Em ji bo ku li dijî van derewan derbikevin hene.”

Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum  5ê Mijdara 2021ê hatibû desteserkirin  6ê Mijdara 2021ê dadgehê biryara girtina wî da.

Parêzerê Hifzullah Kutum, Mehmet Emîn Akar ji Rûdawê re diyar kiribû bi hinceta “propagandaya rêxistina terorî” derbarê muwekîlê wî de biryara girtinê hat dayin.

Hifzullah Kutum  5ê Mijdara 2021ê berî ku bê desteserkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryara Rêveberiya Zanîngeha Firatê de ku ew ji kar dûrxistiye peyamek belav kiribû û gotibû: “Ne ji ber sedemên hiqûqî, lê bi sedemên sîyasî ez ji kar hatim dûrxistin.”

Akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021ê li ser hesabê xwe yên torên civakî ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.

Ji ber vê peyama wî zanîngehê derbarê Kutum de lêpirsîn da destpêkirin û ji kar hat dûrxistin û hat desteserkirin. Kutum berî desteserkirina xwe ji Rûdawê re gotibû, “Gotina `Bijî Kurdistan` ne tawan e û dûrxistina min ji zanîngehê ji ber ala û navê Kurdistanê, bo min cihê şanaziyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst