Parlamenterekî HDPê: Albayrak îstîfa nekiriye ji kar hatiye dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê, Omer Faruk Gergerlioglu ragihandiye, Wezîrê Darayî û Xezîneya Tirkiyê Berat Albayrak dest ji kar bernedaye û ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Erdogan ve ji kar hatiye dûrxistin. Gergerlioglu herwiha dibêje, Bulent Arinç serdana Erdogan kiriye û jê re gotiye, eger Albayrak di posta xwe de bimîne, dê 30 ta 40 parlamenter ji AK Partiyê cuda bibin û derbasî nav partiya DEVA ya bi serokatiya Alî Babacan bibin.

Êvara roja Yekşemê 8ê Mijdara 2020an, medyayên Tirkiyê nûçeya dest ji kar berdana Wezîrê Darayî û Xezîneya Tirkiyê Berat Albayrak belav kirin û ew yek li wî welatî bû rojev. Hêj bi awayekê fermî û li ser asta hikûmetê, behsa îstîfaya Berat Albayrak nehatiye kirin, lê hejmarek berpirs û parlamenter li ser mijarê axivîne û di medyayê û medyaya civakî de jî mijara îstîfaya Albayrak bûye rojev.

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê, Omer Faruk Gergerlioglu, şeva bihorî li ser hesabê xwe yê twîterê ragihandiye, ku Berat Albayrak dest ji kar bernedaye, belku ji posta xwe “hatiye dûrxistin”.

Bi gotina, Gergerlioglu, Bulent Arinç endamê encûmena bilind a rawêjkariya Seromkomariya Tirkiyê serdana Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê kiriye û jê re gotiye, eger Albayrak li ser wezîfeya xwe berdewam be, dê 30 ta 40 parlamenter ji AK Partiyê cuda bibin û derbasî partiya DEVA ya bi serokatiya Alî Babacan bibin.

Gergerlioglu nivîsandiye: “Li gor zanyariyên ku ji pişt perdeyê ve bo min hatine, birêz Bulent Arinç, di civîneke li gel Erdogan de, jê re gotiye eger Berat Albayrak berdewam be, 30-40 parlamenter dê îstîfayê bikin û derbasî Partiya DEVAyê bibin, dûrxistina wî ji kar piştrastkirî ye.”

Berat Albayrak ku zavayê Erdogan e, li ser hesabê xwe yê Instagramê nameya destjikarberdana xwe belav kiriye û têde ragiahndiye, ji ber sedemên têkildarî tendirustiya xwe, dest ji erkê wezaretê berdidim.

Piştî îstîfaya Albayrak, gelek karvedan li navxweyê Tirkiyê çê bûne. Partiyên opozisyonê daxwaza zelalkirinê dikin û berpirsên AK Partiyê jî daxwaz dikin, daxwaza wî ya îstîfayê neyê qebûlkirin.

Heta niha Serokomariya Tirkiyê, bersiva daxwaza îstîfaya Albayrak nedaye.