Erka Îbrahîm Kalin hat guhertin

09-11-2018
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin Berdevk Serokomariya Tirkiyê Serşêwirmend
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin wek serşêwirmendê serokomariya wî welatî hat tayînkirin û herwiha bo wî navnîşana “balyoz” hat dayîn.

 

Di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de biryarên di derbarê hinek tayînkirinên Serokomarî, Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Berevanî ya Tirkiyê de hat weşandin.

 

Li gor van biryaran berdevkê serokomariyê Doç. Dr. Îbrahîm Kalin û Îsrafîl Kişla wek serşêwirmendên Serokomariya Tirkiyê hatin tayînkirin û herwiha bo Kalin navnîşana “balyoz” hat dayîn.

 

Herwiha bi van biryaran di hinek postên Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Berevanî ya Tirkiyê de jî guhertin çêbû.

 

Îbrahîm Kalin, ku bi eslê xwe ji bajarê Erzirom ê Bakurê Kurdistanê ye, di sala 1977a de ji dayik bûye, lîsansa bilind li Zanîngeha Îslam a Malezyayê û doktora jî li Zanîngeha George Washington a Amerîkayê xwendiye. Di sala 2014a de wek berdevkê Serokomariya Tirkiyê dest bi kar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst