AK Partî û CHP bi hev re li dijî Leyla Zana derketin

Navenda Nûçeyan – AK Partî û CHPê ji bo parlamenteriya parlamenta Agirî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana were hilweşandin dengê erê bikar anîn.


Weke tê zanîn parlamentera Kurd Leyla Zana di parlamentoya Tirkiyê de ji ber ku sond ne li gorî rêbeazên parlamentoyê xwaribû nikare beşdarî xebatên parlamentoya Tirkiyê bibe.


Komîsyona Amadekariyê ya ji bo hilweşandina parlamenteriya Leyla Zana bikeve xebata xwe temam kir. Komîsyona navborî ji 5 endamên AK Partî, CHP û HDPê pêk tê.


Di komîsyonê de ji bo betalkirina parlamenteriya Zana 4 kesan dengê erê bikar anî û tenê parlamenterê HDPê Mehmet Emîn Adiyama dengê nexer bikar anî.


Mehmet Emin Adiyaman rexne li helwesta CHPê girt û bîr xist ku di dema rakirina parêzbendiya parlamenteran de jî CHPê ew helwest nîşan dabû.


Adiyama diyar kir ku ew dê li dijî hemberî biryara derbikevin.


Komîsyon piştî 18ê mijdarê kom bibe û biryarê bide ku parlamenteriya Zana betal bike dê dosya biçe Parlamentoya Tirkiyê.


Di parlamentoyê de jî deng dan li ser biryara navborî bê kirin û 276 deng têra hilweşandina paralmenteriya Leyla Zana dike.