Hevseroka DEM Partiyê sînorên Tirkiyeyê parastin: 'Ma erdê bavê te ye?'

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kemal Orgun Tulay Hatîmogullari DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka DEM Partiyê di civîna koma partiya xwe de got, “Dixwazin ji nû ve nexşeyê xêz bikin.”

Derhêner, nivîskar û şanogerê Kurd Kemal Orgun jî bertek nîşanî wan gotinan da û anî ziman, “Ma dest davêjin sînorên erdê bavê te?”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari roja sêşemê di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di beşeke axavtina xwe de got:

“Li ser gelên Rojhilata Navîn pergaleke emperyalîst tê sepandin. Dixwazin ji nû ve nexşeyê xêz bikin.

Ji vir em banga aştiyê li hemû gelan, bi taybetî jî li welatê me û herêma me dikin.

Werin em tevgereke aştiyê ya gerdûnî ya ku sînoran nas nake birêxistin bikin!

Ev pêdiviya serdemê ye û li gorî geşedanan erka me ya bingehîn e.”

“Xwe bidin aliyekî”

Tulay Hatîmogullari behsa şerê Îsraîl, Hemas û Hizbulaha Libnanê kir û bal kişand ser pêşhatên dawî.

Hesabê DEM Partiyê yê Xê jî gotinên Tulay Hatîmogullariyê parve kirin.

Derhêner, nivîskar û şanogerê Kurd Kemal Orgun di binê parvekirina DEM Partiyê ya Xê de bertek nîşanî gotinên Hatîmogullariyê da û da zanîn:

“Birêz Hatîmogullari, ma dest davêjin sînorên erdê bavê te? Ma emperyalîzm dê erdê bavê te ji te bistîne?

Ji kerema xwe re, xwe bidin aliyekî da ku sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve werin xêzkirin û Kurdistan jî sînorên xwe yên rastîn û statuya xwe ya rastîn bi dest bixe.”

Her wiha gelek kesan di binê parvekirinê de nerazîbûna xwe ya li ser gotinên Hatîmogullariyê û polîtîkaya DEM Partiyê anî ziman.

Derhêner, nivîskar û şanogerê Kurd Kemal Orgun ji navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Ew xwediyê lîstikên şanoyî yên bi navê Kûçikê Sergo, Du Xençer û xwediyê pirtûkên bi navê Li Qeraxa Şeva Hîvron, Bilbilê Ber Perê Rojê Evdalê Zeynikê, Provayên Bidarvexistinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst