Her ku diçe tundûtûjî zêdetir dibe: Gaza rondikrêj bi dest nakeve!

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gaza Rondikrêj Tundûtûjî Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna tundûtûjiya li dijî jinan, bi taybetî piştî kuştina 2 jinan a li Stenbolê, rêjeya firotina gaza rondikrêj zêde bûye.

Kompanyayên ku gaza rondikrêj çêdikin dibêjin ew di ber daxwazê re nagihêjin.

Zêdebûna tundûtûjiya li dijî jin û zarokan di nava civaka Tirkiyeyê de tirsek çêkiriye.

Jin dixwazin bi rengekî ji rengan, xwe ji metirsiyên tundûtûjiyê biparêzin.

Jinan li wî welatî berê xwe daye kirîna gaza rondikrêj.

Kompanyayên berhemhênerê gaza rondikrêj ku jin dikarin di nav çenteyên xwe de hilgirin dibêjin, di nav hefteyekê de firotina gaza rondikrêj gihîştiye asta rekorê.

Her wiha li gelek cîhan berhem di destê firoşkaran de nemaye û ew bi rêya online jî di ber daxwazê re nagihêjin.

Li gorî yasayên Tirkiyeyê her kes dikare ji bo ku xwe biparêze, gaza rondikrêja 50 mîlîlîtreyî bi xwe re bigerîne.

Li gorî yasayê eger kesek êrişî kesekî bike aliyê mexdûr dikarê gaza rondikrêj bi kar bîne lê eger kesekî êriş nekiribe û gaz were bikaranîn, wê demê ew dibe tawan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst