Di çalakiyên jinan de nerazîbûna li dijî ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê bi armanca protestokirina kuştina jinan çalakî hatin lidarxistin.
Li her du parêzgehan hinek jinan bi hinceta ku bi zimanê Kurdî ye û “dirûşma PKKyê” ye li dijî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê nerazîbûn nîşan da.
Rêxistinên jinan li parêzgeha Sêwazê ji bo protestokirina kuştina 2 jinan a li Stenbolê çalakiyek saz kir.
Di çalakiyê de pankarta “Jin, Jiyan, Azadî”ya bi zimanê Kurdî hatibû rakirin lê çend jinan nerazîbûn nîşan da û xwest ku pankart neyê bilindkirin.
Jinan diyar kir ku ew “propagandeya PKKyê” ye.
Ji ber wê di navbera jinan de alozî derket û piştî ku grûpa nerazî ji nav çalakiyê derket alozî bi dawî bû.
Her wiha heman awayî û hincetan li Trabzonê jî hinek jinan nexwest ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê were gotin û bilindkirin.
4ê Çiriya Pêşînê kesekî bi navê Semîh Çelîkê 19 salî li bajarê Stenbolê 2 jin kuştin û dawî li jiyana xwe anî.
Piştî bûyerê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê hatin sazkirin.
Li gorî amarên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin di nava 11 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 hezar û 188 jin hatine kuştin.
Her wiha sala 2023yan 438 jin û di 9 mehên 2024an de jî hejmara jinên hatine kuştin bûye 351.