Di çalakiyên jinan de nerazîbûna li dijî ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Trabzon Azadî Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê bi armanca protestokirina kuştina jinan çalakî hatin lidarxistin.

Li her du parêzgehan hinek jinan bi hinceta ku bi zimanê Kurdî ye û “dirûşma PKKyê” ye li dijî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê nerazîbûn nîşan da.

Rêxistinên jinan li parêzgeha Sêwazê ji bo protestokirina kuştina 2 jinan a li Stenbolê çalakiyek saz kir.

Di çalakiyê de pankarta “Jin, Jiyan, Azadî”ya bi zimanê Kurdî hatibû rakirin lê çend jinan nerazîbûn nîşan da û xwest ku pankart neyê bilindkirin.

Jinan diyar kir ku ew “propagandeya PKKyê” ye.

Ji ber wê di navbera jinan de alozî derket û piştî ku grûpa nerazî ji nav çalakiyê derket alozî bi dawî bû.

Her wiha heman awayî û hincetan li Trabzonê jî hinek jinan nexwest ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê were gotin û bilindkirin.

4ê Çiriya Pêşînê kesekî bi navê Semîh Çelîkê 19 salî li bajarê Stenbolê 2 jin kuştin û dawî li jiyana xwe anî.

Piştî bûyerê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê hatin sazkirin.

Li gorî amarên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin di nava 11 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 hezar û 188 jin hatine kuştin.

Her wiha sala 2023yan 438 jin û di 9 mehên 2024an de jî hejmara jinên hatine kuştin bûye 351.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst