Netanyahu: Em dê Rojhilata Navîn biguherînin

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, “Em dê Rojhilat Navîn biguherînin.”

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê, Serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu, bi rêvebirên xwecihî yên herêma li derdora Xezeyê re hevdîtin kir.

Netanyahu diyar kir ku rêvebirên xwecihî rûbirûyê bûyerên gelekî dijwar bûne û got:

“Tiştên ku Hemas rûbirû bibe dê dijwar û zehmet be. Em ketine nav tevgerê û em nû dest pê dikin. Daxwaza min ew e ku hûn bi biryar bin, ji ber ku em dê Rojhilata Navîn biguherînin.”

Çi qewimî bû?

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê bi navê "Toafan Eqsayê" li ser Îsraîlê êriş da destpêkirin.

Ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve bi hezaran roket hatin avêtin.

Komên çekdar ên Filistînî bi ser sinorê Beyt Hanun-Erezê de girt û herêmê desteser kir.

Ji aliyekî ve Artêşa Îsraîlê êrişên asmanî li dar dixe û ji aliyê din ve jî komên Filistînî mûşekan diavêjin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hejmara kuştiyên ku di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de canê xwe ji dest da gihişt 560î.

Medyaya Îsraîlê jî dabû zanîn ku heta niha di êrişên Hemasê de 700 Îsraîlî mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst