Li Stenbolê polîsek hat kuştin

09-10-2023
Nîşan Stenbol Polîs Kuştin
A+ A-

Rudaw (Hewlêr) – Li Stenbolê polîsê ku li ser îxbarekê çû malekê hat kuştin.

Li navçeya Buyukçekmeceyê ya Stenbolê 2 kesên li ser motorsîkletê gule berdane hewayê.

Li ser îxbarê tîma polîsan çû cihê bûyere.

Li gorî DHAyê, polîsan li cihê îxbarê motorsîklet nedît û dest bi lêkolînê kir.

Dema polîsan li wê derê lêkolîn dikir îxbara duyem hat.

Kesê ku telefonî polîsan kir got ku gule li dîwarê xaniyê wî ketiye û alîkarî xwest.

Tîma polîsan çû xaniyê ku îxbar lê hat kirin, wan li derîyê xanî xist û li telefonî xwediyê îxbarê kir.

Piştî ku wan polîsan bersiv wernegirt wan deriyê malê vekir û ketin hundir.

Dema polîsan derî vekir, ji hundirê xanî gule li wan hatin reşandin.

Guleya ku ji çeka Muhammet Emre Çorak derket, li sînga polîsê bi navê Cîhat Ermîş ket.

Cîhat Ermîş bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mîmarsînanê mir.

Muhammet Emre Çorakê ku polîs kuşt hat desteserkirin û wî di îfadeya xwe de got, “Dijminên min hebûn û min li ser wê şikê gule berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst