Imamoglu li ser teqîna Stenbolê: Teqîn ji ber gaza xwezayî nebûye

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Imamoglu derbarê teqîna îşev a li Kadîkoy a Stenbolê daxuyanî da û ragihand, “teqîn ne ji ber gaza xwezayî ye.”

Ekrem Imamoglu li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand, “Li gorî tespîtên me yên destpêkê teqîn ji ber gaza xwezayî nebûye” û diyar kir, “Sedema bûyerê dê bi rapora Midûriyeta Polîsan a me diyar bibe.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê herwiha amaje bi kontrolkirina şewata piştî teqînê ya di axaviyeke 3 qatî de kiriye û destnîşan kiriye, di bûyerê de hin kesan canê xwe ji dest dane.

Peyama Imamoglu ya li ser twitterê ya derbarê bûyera Stenbolê de bi vî awayî ye: “Şewata ku ji ber teqîna li avahiya 3 qatî ya li Fikirtepe ya Stenbolê derketibû, hat kontrolkirin. Li gorî tespîtên me yên destpêkê teqîn ji ber gaza xwezayî nebûye. Mixabin di şewatê de canjidestdan jî hebûye. Sedema bûyerê dê bi rapora Midûriyeta Polîsan a me diyar bibe.”

Êvara îro li Fikirtepe ya ser bi navçeya Kadîkoy a bajarê Stenbolê teqînek mezin pêk hat.

Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya derbarê bûyerê de daxuyanî dabû û ragihandibû, teqîn ji ber gaza xwezayî çê bûye.

Derbarê zirarên teqînê de jî Parêzgarê Stenbolê gotibû, di teqîna li Fikirtepe ya Kadikoyê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.