Altun:Artêşa me û Artêşa Sûriya Azad di demeke nêzîk de sînor derbas dikin

09-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Artêşa Tirkiyê Fahrettin Altun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Ofîsa Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ya pêşbînîkirî de ragihand ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û çekdarên opozisyona Sûrî bi hev re di demeke nêzîk de derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê dibin.

Di demekê de ku Tirkiyê ji bo êrişeke bibe bo ser Rojavayê Kurdistanê, Serokê Ofîsa Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun derbarê derbarê pêşhateyên vê dawiyê de bi serênava “Divê welatên cîhanî piştgiriya plana operasyona Tirkiyê y abo ser rojhilatê bakurê Sûriyê bike” ji Washington Postê re gotarek nivîsand.

Fahrettin Altun di gotara xwe de dibêje ku piştî peywendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de Trump qebû kiriye ku serkêşiya operasyona li dijî DAIŞê dewrî Tirkiyê bike.

Altun anî ziman ku di demeke nêzîk de Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî bi hev re derbasî nav axa ser rojhilatê bakurê Sûriyê bike û herwiha bi gotina divê welatên cîhanî jî di wê êrişê de piştevaniya wan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst