Mixalefeta Tirkiyeyê perçe dibe: Berê hilbijartinan li kû ye?

09-09-2023
RÛDAW
Nakokiyên mixalefetê kûrtir bûn
Nakokiyên mixalefetê kûrtir bûn
Nîşan Hilbartinên Tirkiyeyê ÎYÎ Partî Partiya Yenîden Refahê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê hevpeymaniyên ku di hilbijartinên giştî de hatibûn avakirin ji hev belav dibin.

Nêzîkî 7 mehên din dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bên kirin û dê şaredarên nû bên hilbijartin.

Vê yekê liv û tevgereke nû xistiye nava partiyên siyasî û wan ji niha ve dest bi amadekariyan kiriye.

Hinek partiyan helwesta xwe jî zelal kiriye û biryar daye bi tena serê xwe û bi logoya xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Hevpeyman belav dibin

Hevpeymaniyên ku di hilbijartinên giştî de hatibûn avakirin jî belav dibin.

ÎYÎ Partiyê ragihand ku ew dê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibe.

Li aliyê din hinek endamên Hevpeymaniya Cumhurê jî dixwazin serbixwe bin.

"Nerîneke serdest heye"

Derbarê mijarê de Serokwekîlê Grûba ÎYÎ Partiyê Dursun Musavat Dervîşoglu got:

“Di nav partiya me de nerîneke serdest heye ku em li 81 bajaran bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin lê biryara dawî dê meclîsa me ya biryarder bide.”

Xewna Meral Akşener ew bû yek ji her du şaredarên Enqere û Stenbolê (Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu) di hilbijartinên gulanê de bibin berbijrên Serokkomariyê.

Lê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û her du şaredaran jî guh neda vê daxwazê.

Kemal Kiliçdaroglu bixwe bû berbijêr û têk çû.

Nakokiyên mixalefetê kûrtir bûn

Vê têkçûnê jî nakokî kûrtir kirine û niha eger heye berbijêrên ÎYÎ Partiytê di hilbijartinên xwecihî de bibin hevrikên Îmamoglu û Yavaş.

"Jixwe bi ser diket"

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê bi bîr xist ku Îmamoglu û Yavaş daxwaza wan qebûl nekiriye û wiha pê de çû:

“Eger yekî ji wan bigota ez berbijêr im jixwe bi ser diket. Hevalên me got lê wan guh nedan dengê gel lê tu ne neçar î wan xirab nîşan bidî û tu dikarî pesnê wan jî bidî.

Em dê li hemû cihan bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

Li eniya desthilatê jî rewş ne cûda ye.

Partiya Yenîden Refahê di hilbijartinên 14ê Gulanê de hevpeymanê AK Partiyê bû.

Bi wê hevahangiyê 5 kursiyên xwe li Enqereyê misoger kirine.

Niha ew jî dibêje, ew bazara berê nemaye û di hilbijartinên xwecihî de li hemû bajaran hevrikê hevpeymana xwe ya berê ye.

Partiya Yenîden Refahê dê bi nav û logoya beşdarî hilbijartinan bibe

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Cengîz Zor wiha got:

“Hemû rêxistinên me ji bo hilbijartinê amade ne. Di serî de şaredariyên bajarên mezin li 81 bajar, 973 navçe û 394 bajarokan partiya me bi logo û berbijêrên xwe beşdarî hilbijaretinê dibe.”

Şerê mixalefet û desthilatê di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de herî zêde li ser Stenbol û Enqereyê ye.

Berbijêrên CHPyê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de li gel hevpeymanên xwe û bi rêjeyeke zêde ya dengên HDPyê ew her du şaredarî ji destê AK Partiyê derxistin.

HDP jî ku niha bi nav û logoya YSPyê siyasetê dike, helwêsta xwe bi temamî eşkere nekiriye.

Eger ew jî berbijêrên xwe li Enqere û Stenbolê nîşan bide dûr nîne ku ew her du şaredarî piştî 5 salan careke din li AK Partiyê vegerin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst