Li Stenbolê kesek ji aliyê koçberekî Sûriyeyî ve hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesek ji aliyê koçberekî Sûriyeyî ve hat kuştin.

Xizmên kesê hat kuştin derketin kolanan û li dijî koçberan xwepêşandan kir.

Bûyer şeva înê li taxa Baglarçeşmeyê ya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê rû da.

Li gor zanyariyan ciwanekî bi navê Nîhat Tarak bi koçberekî Sûriyeyî re ku li wê taxê dijiya pev çûye.

Di pevçûnê de koçberê Sûriyeyî kêrek li Tarak daye û ew kuştiye.

Piştî bûyerê xizm û cîranên Nîhat Tarak daketin kolanan û êrişî kargeh û dikanên koçberên Sûriyeyî kirin û sloganên “Em li Tirkiyeyê koçberan naxwazin” gotin.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û hewl dan rewşê kontrol bikin.

Parêzgariya Stebolê jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û anî ziman:

“Di bûyera şeva 8ê Îlonê ya li navçeya Esenyurtê de welatiyekî me yê bi navê Nîhat Tarak canê xwe ji dest daye.

Gumanbarê reviyayî yê bi navê A.H. ku kesekî biyanî ye ji aliyê tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê ve hatiye desteserkirin.”

Li gor agahiyan pevçûn destpêkê di navbera zarokên taxê de çêbûye piştre mezin jî beşdar bûne.

Ew koçberê Sûriyeyî yê ku Nîhat Tarak kuştiye di heman demê de cîranê wî ye. Tarak zewiciye û bavê 2 zarokan bû.