Kiliçdaroglu: Serxwebûna aboriya Tirkiyê di metirsiyê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu polîtîkayên AKPê yên aborî rexne kir û got serxwebûna aboriya Tirkiyê di metirsiyê de ye.

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro roja Înê 9ê Îlona 2022ê li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê avakirina qonaxên dewleta Tirkiyê de axivî.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê kir û desthilata AKPê ji ber polîtîkayên xwe yên aborî ku encama wan hejariyeke zêde ye, Tirkiye aniye rewşeke xirab û vê yekê Tirkiyê ji aliyê siyasî ve jî xistiye tengasiyê.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Eger hûn serxwebûna xwe ya aborî pêkneynin, hûn nikarin serxwebûna xwe ya siyasî jî biparêzin. Rêya avakirina serxwebûna aborî jî di dest venekirina bo welatên derve re derbas dibe. Eger hûn destê xwe li ber welatên din vekin û parsektiyê bikin, ew jî dê ji we re şert û mercên xwe yên siyasî bibêjin. Wê bêjin divê tu jî van tiştan bikî. Niha îro di sedsala 21emîn de wek Tirkiye, serxwebûna me ya aborî di metirsiyê de ye.”