Aysel Tugluk bo nexweşxaneyê hat veguhestin

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan Aysel Tugluk Fîgen Yuksekdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Aysel Tugluk ku di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û nexweşa Demansê ye, bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag ragihand ku Aysel Tugluk ji girtîgehê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşa demansê ye û li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, di demjimêrên sibê de rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku Tugluk di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de hatiye dermankirin.

Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobaniyê de parastina xwe kir, diyar kir ku Tugluk a di demeke nêzîk de bi Coronayê ketibû baş nebû û got: “Îro me ew şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Rewşa nerênî ya girtîgehê ya ku ji ber şert û mercan derdikeve holê, her diçe tendirustiya wê xerabtir dike.”

Aysel Tugluk piştî li nexweşxaneyê hat dermankirin, careke din bo girtîgehê hat şandin.

Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk, ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û nexweşa demansê ye. Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst