Ji Demîrtaş derbarê Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nû

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Abdullah Ocalan Doza Kobanî Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Demîrtaş der barê gotina xwe ya "Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê rayedar e" ku di rûniştina doza Kobanî de bi kar anî de daxuyaniyek belav kir û got “Mîna wateyeke ku HDPê bi tevahî tine dihesibîne çêbûye, pêwîstiya sererastkirinê derketiye holê. Polîtîkayên ku rola girîng a Ocalan a di çareseriyê de înkar dikin an jî paşguh dikin, şensê serkeftinê nîne”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li Girtîgeha Edîrneyê girtiyê siyasî ye, der barê gotinên xwe yên li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nû belav kir.

Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe ya rûniştina Doza Kobanî de ragihandibû ku rêberê Girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd xwedî şiyan e û got “Divê Komara Tirkiye li beramber demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêk bîne.” Demîrtaş di derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da.

Demîrtaş di daxuyaniya xwe de dibêje “Yekane rêya çareserkirina mayinde ya pirsgirêkê bi hemû aliyên xwe ve ew e ku hemû alî li ser bingeheke yasayî beşdarî çareseriyê bikin. Di vî warî de polîtîkayên ku rola girîng a Ocalan a di çareseriyê de înkar dikin an jî paşguh dikin, şensê serkeftinê nîne.”

Herwiha Demîrtaş diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka Kurd parlamento ye û di serî de HDP, hemû partî muxatabê çareseriyê ne.

Demirtaş di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Sernav û pîvanên cuda yên pirsgirêka Kurd hene. Divê çareserî li ser bingeheke destûrî û yasayî pêk were. Bi awayekî xwezayî cihê vê yekê Parlamentoya Tirkiyê ye. Li vir di serî de HDP hemû partiyê siyasî muxatabê çareseriyê ne.

Bi vê yekê, yekane rêya çareserkirina mayinde ya pirsgirêkê bi hemû aliyên xwe ve ew e ku hemû alî li ser bingeheke yasayî beşdarî çareseriyê bikin.

Di vî warî de polîtîkayên ku rola girîng a Ocalan a di çareseriyê de înkar dikin an jî paşguh dikin, şensê serkeftinê nîne.

Ji bo pêkanîna çareseriyê, her aktorek di astên cuda de xwedê rol û giringiyê ne. Paşguhkirina her aktorekî, hewldana lêgerina çareseriyeke berawirdkirininê ne çareserî ye, yan tenê xwen e, yan jî neyeteke xirab e.

Bi vê minasebetê ez naxwazim bersivê bidim ziman û gotinên ku ji sînorên xwe derbas dibin û rexneyên li ser parêzer, şêwirmend û navendên partiya me yên ku bi me re dixebitin û hevgirtina fedaî nîşan didin. Ez bang li her kesî dikim ku bêtir bi baldarî û giringî tevbigerin. Bila ti kes tiştên ku tine neafirînin.

Di vê pêvajoya dijwar û dîrokî de divê dev ji teoriyên komployê berdin û ji xeynê têkoşîna ji dil û can em dê ji hemû bijardeyan re girtî bin û em dê bi berxwedanê bi ser bikevin.

Dema nivîsên SEGBISê (Sîstema Deng û Dîmen) derketin, em dê bi we re parve bikin. Rojnamegerên ku nûçeyan çêdikin ti neyeteke wan a xerab nîne, berevajîkirin jî.

Ji ber ku nûçe kêm, gotinên di nûçeyê de ji naverokê qut in û mîna wateyeke ku HDPê bi tevahî tine dihesibîne çêbûye, pêwîstiya sererastkirinê derketiye holê.”

Çi bû?

Di 6ê Îlona 2022an de rûniştina16emîn a Doza Kobanê ku hevserokên berê yên HDPê berê, endamê berê yên Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya HDPê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê birêveçû.

Di rûniştinê dozê d e ji bilî parlamenterên HDPê gelek parêzer û temaşevan jî amade bûn.  Nûnerek ji Navenda Mafên Parêzeran a girêdayî Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî weke çavdêr cih girt.

Hevserokê berê yê  HDPê Selahattin Demirtaş, ji Girtîgeha Edirneyê bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî dozê bû û parastina xwe kir.

Li gor daxuyaniya ku Ofîsa Ragihandina HDPê belav kiriye, Demîrtaş amaje bi wê yekê daye ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd xwedî şiyan e û gotiye: “Rayedarê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Divê Komara Tirkiye li beramber demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêkbîne. Ew siyaseta berdewamiyê ku li ser nijadperestiyê hatiye avakirin ji mêj ve hilweşiyaye. Êdî dema guherînan e.”

Şêwirmendê Demîrtaş ê bi navê Zinar Karavil jî derbarê parastina wî de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku parastina wî ya pêştir di medyayê de belav bûye, ji wateya xwe hate dûrxistin.

Gotina “Rayedarê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Komara Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike” paşê ji daxuyaniya HDPê hat derxistin.

Karavîl di daxuyaniya xwe de dibêje: “Demirtaş îro di rûniştina dozê de zêdetirî saetekê parastin kir û got, pirsgirêk bi çek û tundiyê nayên çareserkirin, divê PKK dev ji çekan berde û ji bo vê jî hevdîtinên bi Ocalan re rast in.”

Nûçeya derbrê parêzbendiya Demîrtaş de ji ber ku bi awayekî lez û bez hate amadekirin, gotinên wî ji wateya xwe hatin dûrxistin. Rewş wisa ye û Demîrtaş bi berdewamî gelek caran bi raya giştî re ev nêrîna xwe parve kiriye.

Her wiha parastina Demîrtaş a bi rêya SEGBÎSê hate kirin, dê di rojên pêş de bi temamî bi raya giştî re were parvekirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst