Li Tirkiyê di nav 10 salan de 500 hezar zarok hatine zewicandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor raporteke ku ji aliyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) hatiye amadekirin, li Tirkiyê di nav 10 salan de 500 hezar zarok bi zorê hatine zewicandin.

 

Parlementerê CHPê Utku Çakir Ozer di bin navê "Plana çalakiya 100 rojî ya hikûmetê û jin" de raportek belav kir û di raporta xwe de destnîşan kir ku ji her çar jinên xwendewar û ciwan yek, bêkar e û rêjeya bêkariyê li bajaran gihiştiye %30 û jinên ku dixebitin jî li gor rêjeya mêrên ku dixebitin kêm e, amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku %29ê xebatkaran jin in.

 

Li gor raportê, di 8 mehên îsal de 198 jin li Tirkiyê hatine kuştin û di nav 10 salan de jî 500 hezar zarok bi zorê hatine zewicandin û di 6 salên derbasbûyî de jî 142 hezar û 28 zarokên keçik bûne dayîk.

 

Herwiha di raportê de hatiye diyarkirin ku di 8 mehên îsal de 198 jin hatine kuştin û di 6 mehên destpêkê yên îsal de jî 32 jin destdirêjiya seksî li wan hatiye kirin û li 189 zarokên keçik destdirêjî hatiye kirin.