DUZCE – Li meydana gund bi dar û keviran bi nav hev ketin!

09-08-2024
Nîşan Duzce Pevçûn Şewat Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Dîbektaşê yê bajarê Duzceyê yê Tirkiyeyê du malbat li meydana gund bi dar û keviran bi nav hev ketin, 9 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, malbatên Inanli û Engînan ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû her du malbatan bi dar û keviran êrişî hev kir.

Cendirmeyan gundî ji hev veqetandin lê piştî wê ji ber benzîna ku rijiya agir bi mala şêniyên gund Muhîttîn Inanli ket.

Cendirmeyan û şeniyên gund midaxeleyî şewatê kir.

Jineke 74 salî û 2 zarok ji şewatê hatin rizgarkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyan û cendirmeyan hinek kesên ku tevî pevçûnan bûbûn desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst