Otubusa Agiriyê qeza kir: Gelek mirî û birîndar hene!

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Polatliyê ya Enqereyê otobuseke rêwiyan li lingê pirê xist, di vê qezayê de gelek kes mirin û gelek birîndar jî hene.

Tîmên tenduristiyê birîndaran vediguhêzin nexweşxaneyan û rêya Enqere û Eskîşehîrê hat girtin.

Otobusa ku qeza kiriye ya fîrmaya "Agri Seç Turîzm"ê ye.

Qezayê derdora demjimêr 05:00an rû da.

Li gorî agahiyên, otobusa ku ber bi Eskîşehîrê ve diçû li Polatliyê li lingê pirê da.

Gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemiriandinê çûn cihê qezayê û birîndaran dibin nexweşxaneyên nêzîk. 

9 mirî, 26 birîndar

Parêzgarê Enqereyê Vasîp Şahîn ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 9 kes mirine û 26 birîndar hene.

Berpirs ji Rûdawê re axivî

Berpirsekî Agri Seç Turîzmê yê li Otogara Enqereyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku otobus ji Agiriyê ber bi Îzmîrê ve diçû.

Wî berpirsî da zanîn ku piraniya rêwiyên otobusê xelkê parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ne.