Li Stenbolê otobûsek ji pirê ket: 29 kes birîndar bûn

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûpsultanê ya Stenbolê otobûsek ji pirekê ket û 29 kesên tê de birîndar bûn.

Li navçeya Eyûpsultanê, li ser rêya Işiklar-Agaçliyê otobûseke servîsa karkeran ji rê derket û ji pireke ku bilindahiya wê derdora 6 metre bûn ket xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Li gor zanyariyên destpêkê ji 46 kesên di otobûsê de 29 kes birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyan. Li ser bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.

Li gor amarên fermî yên ku hezîrana îsal hatine belavkirin, di şeş mehên destpêkê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala borî jî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûbûn û di wan bûyeran de jî 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst