AK Partî kongreya awarte li dar dixe

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê AK Partiyê Hamza Dag ragihand ku dê 7ê Çiriya Pêşîn a îsal kongreya awarte ya partiyê li dar dixin û hinek guherînan bikin.

AK Partiya ku partiya li Tirkiyeyê desthilat e, dê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023an kongreya awarte li dar bixe û di rêveberiya partiyê de gugerînan bike.

Cîgirê Serokê AK Partiyê Hamza Dag derbarê kongreya partiyê û hilbijartinên xwecihê de ku dê Adara 2024an bêne kirin ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

“Berbijêr dê serê meha çiriya paşîn derkevin qadê”

Hamza Dag wiha got:

“Eger pirsgirêkek dernekeve em dê 7ê Çiriya Pêşîn kongreya xwe li Hola Werzîşê ya Girtî ya Enqereyê bikin. Di demekê de ku rikeberên me nîqaşên guherînê dikin, em ji bo hilbijartinên xwecihî pêngavan davêjin.

Berbijêr dê serê meha çiriya paşîn derkevin qadê. Destpêkê dê berbijêr bên diyarkirin û piştre dê pêvajoya kampanyayê dest pê dike.”

Hamza Dag derbarê pirsgirêkên aborî de jî got, “Pirsgirêka aborî heye û destpêkê divê mijara enflasyona bilind bê çareserkirin.”