ISIG: Di meha Temûzê de 169 karkeran canê xwe jidest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Meclîsa Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) a Temûza 2022ê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 169 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane û temenê 15 ji wan karkeran di bin 18 salî de ne ku ji wan re tê gotin zarokên karker.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) raporta xwe ya Temûza 2022ê ya derbarê wan karkeran de ku li ser kar canê xwe ji dest dane eşkere kir. Li gor raportê, 15 jê karkerên zarok bi tevahî  169 karkeran canê xwe ji dest dane. Di 7 mehên destpêkê yên sala 2022ê de hejmara karkerên canê xwe jidest dane gihişte hezar û 14 karkeran.

Di raporê de hat diyarkirin ku di 7 mehên salê de herî kêm 24 zarokên karker canê xwe ji dest dane û herwiha di van 6 mehan de 55 karkerên penaberên jî canê xwe ji dest dane.

Di meha Temûzê de herî zêde di sektora çandinî û daristanê de karkeran canê xwe jidest dane. Di sektora çandinî û daristanê de 55 karkeran canê xwe jidest dane û sektora avahîsaziyê jî bi mirina 28 karkeran di rêza duyem de cî digre.