Şanda Îmraliyê: Pêvajo heger bidome…

09-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Şanda Îmraliyê raihand, heger “pêvajoya çareseriyê” bidome divê Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi însiyatifa xwe şert û mercên xebatên gotûbêjan diyar bike.

 

Şanda Îmraliyê ku ji Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, Îdris Baluken û Sirri Sureya Onder û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle û Endama Kongreya Jina Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik pêk tê derbarê bûyerên vê dawiyê û pêvajoya çareseriyê de . daxuyaniyekê nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniya şanda Îmraliyê de wiha hat gotin:

 

"Eger pêvajoya çaresriyê bidome, divê Ocalan bi însiyatifa xwe, mercên xebatên muzakereyê, dema wê diyar bike û bi wî awayî pêvajo bi lijneya pêşniyar bike were rêvebirin. Herwih divê statuya Ocalan a muzakereyê jî were diyarkirin. Pirsgirêk ne çûyîna şanda me ya girava Îmliyê ye, pirsgirêk ev e ku Ocalan ku mîmarê  pêvajoyê ye dê di mercên azad û wekhev de xebatên xwe bikare bimeşîne yan na."

 

Şanda Îmraliyê amaje kir ku ji bo  konsepta şer ji dewreyê derkeve divê operasyonên siyasî û leşkerî rawestin, divê, tecrîda li ser Ocalan were rakirin, mekanîzmayên muzakereyê ji nû ve bên avakirin û ew wan tiştan weke berpirsiyariyek dîrokî dibînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst