Bakirhan ji Serokê CHPyê re got: Gelo tu hewl didî siyaseta dijî Kurdan birêxistin bikî?

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan  Serokê CHPyê rexne kir û got, “Gelo tu hewl didî siyaseta dijkurd birêxistin bikî?”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî.

Tuncer Bakirhan bal kişand ser çalakî û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û got:

“Em dê dengê xwe bilindtir bikin. Meşa rêzgirtina ji îradeyê re çalakiya me ya dawî nîne û dê çalakî bidomin. Ji bo qeyûm êdî li tu herêman neyên tayînkirin a ji destê me tê em dê bikin.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel pêştir gotibû ku ew amade ye navbeynkariyê di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de bike.

Bakirhan rexne li vê helwesta Ozel girt û got:

“Me ya deshilatê fam kir lê niha jî serokê mixalefe di vê mijarê de ketiye nava hewldanan.,

Beriya çend rojan birêz Ozgur Ozel dibêje, ‘Ji bo ku hevdîtin di navbera Erdogan û Esad de çêbibin ez dikarom navbeynkariyê bikim’.

Ez jî dixwazim li vir li pêşiya hemû raya dixwazim bibêjim, birêz Ozel, Erdogan û Esad dixwazin li ser dijayetiya Kurdan hevdîtinan bikin û rê bi kevin.

Gelo hûn hewl didin vê siyaseta dijkurd birêxistin bikin?

Feydeyeke wê ji bo we û me û hemû gelên Tirkiyeyê tuneye.

Tişta divê hûn bikin ew e ku polîtîkaya Rojava-Sûriyeyê ber çavan re derbas bikin.

Ma ji we re maye hûn navbeynkariyê bikin da ku du dijberên Kurdan yên ku dixwazin li ser dijminatiya Kurdan bên cem hev?”