Jinek bû Seroka Heyva Sor a Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka nû ya Komeleya Heyva Sor a Tirkiyê hat hilbijartin. Fatma Meriç Yilmaz wek seroka Heyva Sor a Tirkiyê hat hilbijartin, cara yekem e jinek dibe serokê vê Komeleyê.

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an ku navenda wê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, Serokê berê yê Heyva Sor a Tirkiyê bi “firotina çadiran” ketibû rojevê û piştî wê dest ji kar kişandibû.

Piştî wê yekê, îro 9ê Temuzê 2023an di kongreya Komeleya Heyva Sor a Tirkiyê de Prof. Dr. Fatma Meriç Yilmaz ku ew tenê berbijêr bû, bi bidestxistina piraniya dengan wek seroka nû ya Komeleya Heyva Sor a Tirkiyê hat hilbijartin.