Şimşek: Em piştgiriyê didin têkoşîna Banka Navendî ya dijî enflasyonê

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Şîmşek Banka Navendî ya Tirkiyê Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek derbarê rewşa aborî de diyar kir ku ji bo bihêzkirina hevahengiya di navbera polîtîkayên pere û darayî de dê piştgiriyê bidin têkoşîna Banka Navendî ya dijî enflasyonê.

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek roja Yekşemê 9ê Temûza 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser rewşa dawî ya aborî peyamek belav kir. Şimşek di peyama xwe de amaje bi wê yekê daye ku ji bo kontrolkirina jêkêmayiya budceyê ew dê ji nû de disîplîna darayî saz bikin.

Şimşek dibêje: “Di 2023an de me girêdayî rewşa 15.9 xanenişîn û 4.9 milyon karmendên giştî gavên girîng avêtin. Zêdeyî enflasyonê me mûçe zêde kirin. Li gor dawiya sala 2022an mûçeyê herî kêm ê fermanberan %141.8 û mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan jî %114.3 zêde kir. Ji bo bihêzkirina hevahengiya di navbera polîtîkayên pere û darayî de em dê piştgiriyê bidin têkoşîna Banka Navendî ya dijî enflasyonê. Em dê gavên ku jêkêmayiyê kêm bike biavêjin û rêjeya rîskê ya welatê xwe daxînin. Em birînên welatiyên xwe yên li herêma erdhejê jî dipêçin. Em çaverê dikin îsal xerciyên ji ber erdhejê bigihin 761.7 milyar lîreyên Tirkî. Di vê çarçoveyê de plana me heye ku di nav salekê de em 319 hezar avahiyan bidin welatiyan.”

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek doh Şemiyê ligel Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz çûbû Qatarê û îro jî serdana wan berdewam e. Hatibû ragihandin ku armanca serdana wan bihêzkirina peywendiyên aborî yên her du welatan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst