Mûçeyê xanenişînan piştî zêdekirina nû dê di 17ê Tîrmehê de bê belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Saziya Amaran ya Tirkiyê (TUIK) rêjeya enflasyonê ya 6 mehan eşkere kir, yek ji mûçeyê ku hat zêdekirin mûçeyên xanenişînan bû ku roja 7ê Temuzê 2023ê di parlementoya Tirkiyê de biryar hat dayîn sedî 25 bê zêdekirin. Mûçeyê xanenişînan piştî zêdekirina nû dê di 17ê Tîrmehê de bê belavkirin.

Komîsyona Pilan û Budceyê ya Parlementoya Tirkiyê mûçeyê fermanberan zêde kir bo 22 hezar û 17 lîreyî, mûçeyê xanenişînan jî dê sedî 25 bê zêdekirin.

Li gorî vê biyarê dê ji meha Tîrmehê û pê ve mûçeyê xanenişînan bi zêdebûna sedê 25 were dayîn. Heta dawiya vê salê mûçeyê kêmane yê xanenişînan yê mehane bi vê zêdebûnê re dê 7 hezar û 500 lîre be.

Lê li gor biryarê piştî ku biryara zêdekirina mûçeyê xanenişînan di rojnameya fermi de hat belavkirin û şûn de dê 17ê Tîrmehê de bi zêdekirina nû re dest bi dabeşkirina mûçeyê xaneninan were kirin.