Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di roja yekem a cejnê de 5 hezar û 102 qesab birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Her sal di cejnên qurbanê de nexweşxane yek ji rawestgehên sereke yên qesab û welatiyan in.

Di roja yekem a cejnê de parêzgeha Stenbolê ne di nav de li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 5 hezar û 102 welatî û qesabên nû di dema serjêkirina qurbanan de birîndar bûn û bo nexweşxaneyan hatin rakirin. Beşek ji welatiyan tevî ku bi salan e qesabiyê dikin lê dîsan birîndar bûne.

Li gor amaran herî zêde bi 293 birîndaran parêzgeha Bursayê yekemîn e û piştî wê jî Kocaelî (271) û  Konya (253) tê. Herwiha herî kêm birîndar jî li parêzgehên Şirnex (2), Çewlig (2) û Colemergê (4) yên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gor agahiyan piraniya birînên wan ji tilî û destan in. Birînên beşek ji wan sivik bûne û piştî çareseriyê bo malên wan hatine şandin, lê yên hinek ji wan giran in û li nexweşxaneyê hatine razandin. Hinek welatî jî di dema serjêkirina qurbanan de ji aliyê qesaban ve hatine birîndarkirin.

Li gor amarên Yekitiya Odeyên Çandiniyê ya Tirkiye, sala derbasbûyî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 3 milyon û 760 hezar ser qurban hatine serjêkirin, lê îsal ji ber têkçûna rewşa aborî û zêdebûna nirxê qurbanan tê çaverêkirin ku ew hejmar gelekî dakeve.